Sîstanî: Lazime Îraq xwe bidûr bigre

dibêje zirarê dide Îraq û Îraqiyan

Oldarê mezin yê Şîiyên Îraqê Ayetulah Sîstanî dibêje lazime Îraq xwe ji aloziyên navbera Amerîka û Îranê bidûr bigire.

Ayetulah Elî Sîstanî nameyek pêşkêşî her sê Serokatiyên Îraqê ( Parlemen, Komar û wezîr) kiriye daku bi ti awayî di pevçûn û aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de nebin alîgir û xwe ji wan aloziyan bidûr bigirin.

Sîstanî herwiha diyar kiriye ku xwe alandin di aloziyên han de vê zirarê mezin bide Îraq û gelê Îraqê lewre lazime aliyên têkilidar yên Îraqê hayedar bin û welat û welatiyên Îraqê ji ziraran biparêzin.