Li Necefê alozî derketin 4 kes hatin kuştin

heta niha 5 kesên ku êrîş kirine hatine girtin

Berbangiya îro pêncşem li bajarê Necefê şer û pevçûn qewmî û di encam de 4 welatî hatin kuştin.

Li gor jêderên Îraqê berbanga îro pêncşem di nava maleke mezin ya li Necefê alozî derketine û pişt re hin kesan gole li ser xelk reşandine û di encam de 4 kes hatine kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hate diyarkirin ku evin hatine kuştin û birîndarkirin endamên tevgera Sedirin û polîs jî dibêje heta niha 5 kes ku gole li ser welatiyan reşandine binçav kiriye.