Holenda jî çalakiyên xwe yên leşkerî rawestand

beriya Holendayê Almanya jî çalakiyên xwe rawestandibû

Piştî ku hikûmeta Amerîkayê biryar da daku jiber nebûna aramiyê beşek ji karmendên xwe yên li Îraqê bi taybetî ewin ku ti pîwerdariyeke wan ya girîng û lezgîn li Îraqê tuneye, vekêşe, hikûmeta Holendayê jî ku yek ji endamên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ye biryar daye daku çalakiyên xwe yên leşkerî li Îraqê rawestîne.

Di çarçoveya gurtir bûna aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de, Amerîkî behsa vê yekê dikin ku mimkune Îran bi rêya çekdarên ser bi spaha pasdaran yên li Îraqê êrîşî ser welatî û hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê bike, jiber vê yekê jî Amerîka neçare welatî û hêzên xwe yên li Îraqê li hember wan metirsiyan agehdar bike.

Her duhê jî piştî Amerîka Almanya jî biryar da daku çalakiyên xwe yên leşkerî li Îraqê rawestîne û piştî Almanyayê jî Holenda biryareke wisa der kir.