Her kes dermanên buha bifiroşe tê ceza kirin

dibêje jiniha û pêde buhayê dermanan li seraserê Kurdistanê weke yek dibe

Wezareta tendirostî ya Kurdistanê diyar kir ku komîteyên ser bi wezaretê yên bo diyar kirina buhayê tevahiya dermanan û yek xistina buhayê dermanan li seraserê Kurdistanê li ser erkê xwe berdewame.

Peyvdarê wezareta tendirostiya Kurdistanê Dr, Xalis Qadir diyar kir ku kar û pîwerdariyên komîteyên wezareta tendirostî ya Kurdistanê bo diyar kirin û yeksan kirina buhayê dermanan li seraserê Kurdistanê didome û dixwazên buhayê tevahiya dermanan diyar û yeksan bikin.

Qadir eşkere kir ku piştî diyar kirina buhayê, her kes anjî her aliyek ku dermanên buha bide welatiyan anjî dermanan bi buha bifiroşe vê were cezakirin.