Erdogan û Adil Ebdulmehdî civiyan

vê rêkeftineke leşkerî û ewlekarî îmze bikin

Duhê bi şev li Enqereyê Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiyan.

Di civînê de her du alî behsa çend mijaran kir û diyar kirin ku dixwazin têkiliyên xwe di her warî de bi taybetî di warê abûrî û bazirganî, ewlekarî û siyasî de bihêztir bikin.

Serokê Tirkiyeyê ragihand ku vê Tirkiye û Îraq rêkeftineke ewlekarî û leşkerî îmze bikin û di navbera xwe de korîdoreke abûrî û bazirganî ya raste rast vekin daku têkiliyên xwe yên abûrî û baziganî bihêztir bikin.