Husî gefa êrîşên zêdetir li Siûdiyeyê dike

ji aliyê Îranê ve tên piştgîrî kirin

Piştî ku duhê bi balefirên bêpîlot êrîşî ser çend tankerên veguhaztina petrola Siûdiyeyê hate kirin, çekdarên husî, êrîşên han girtin ser xwe û ragihandin ku ev êrîş ji aliyê wan ve pêk hatine.

Di vê derbarê de Peyvdarê husiyan Yehya Serî diyar kir ku ji roja ku şerê wan li gel Siûdiyeyê destpê kiriye heta niha ev yekem êrîşa mezine ku bi rêya belefirên bêpîlot di nava axa Siûdiyeyê de pêk anîne.

Yehya Serî herwiha diyar kir ku vê ji niha û pêde êrîşên xwe yên bi vê rengî bo ser Siûdiyeyê zêdetir bikin.

Çekdarên husî yên ku ji aliyê Îranê ve têne pêştgîrîkirin beriya çend rojan ragihandibûn ku dest bi vekêşanê ji bendera Hudeyde li Başûrê Yemenê kirine.