Sîrwan Barzanî: Lazime çiyayê Qereçoxê were kontrol kirin

dibêje hêzên Îraqî nikarin ewlekariya deverê biparêzin

Fermandarê mihwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî derbarê rewşe çiyayê Qereçoxê de diyar kir ku niha lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li çiyayê Qereçox û derdorê zêdetir bûne û cara dawî jî duhê danê sibê terorîstên DIŞIê agir bi genim û erdên Cotkarên deverê berdane.

Fermandarê mihwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî diyar kir ku çiyayê Qereçoqê û gundewarên derdor di destê artêşa Îraqê dene lêbelê artêşa Îraqê nikare ewlekariya wan deveran biparêze jiber vê yekê me weke hêzên pêşmerge daxwaz ji Bexdayê kiriye daku em li deverê bo ji nav birina DIŞIê operasiyon lidar bixin.

Sîrwan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime çiyayê Qereçox û derdorê were kontrolkirin jiber heta terorîstên DIŞIê li deverê bin vê rewşa wan navçeyan her wisa nearam be.

Weke tê zanîn ev demeke terorîstên DIŞIê yên li Qereçoxê bi awayekî eşkere tevdigerin û daxwaza bacê ji şêniyên deverê dikin ku ew şêniyên ku bacê nedin terorîstên DIŞIê yan tên kuştin anjî milk û malên wan tên şewtandin.