Mesrûr Barzanî: Lazime Brîtanya rola xwe bilîze

Barzanî dibêje lazime Brîtanya bo çareser kirina kêşeyan rola xwe bilîze

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê John Wilkes û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû behsa pêşhatên dawî yên li deverê, pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û pêşveçûnên heyî yên di têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo liser kêşe û aloziyên heyî yên li Kerkûk û Şingalê û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ya bo dijî DIŞIê hate kirin û Mesrûr Barzanî balkêşande ser danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û hêvî xwest di pêşerojeke nêz de giftûgoyên han bigehêjin encameke baş û daxwaz ji Brîtanyayê kir daku rola xwe ya erînê bo çareser kirina kêşeyan bilîze.

Li hember de jî balyozê Brtîanyayê kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê û dom kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û piştgîriya welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyên han û hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê di her warekê de diyar kir.

John Wilkes di beşeke din ji axaftinên xwe de hêviya serkeftinên bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest.