Kurdistan û Billa Rûs têkiliyên xwe bihêztir dikin

di tevahiya waran de têkiliyên xwe bihêztir dikin

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Billa Rûs yê li Bexdayê Andrei savinich kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhatên dawî yên deverê û hewlên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, giftûgo li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Billa Rûs hatekirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî amade bûna Kurdistanê bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel komara Billa Rûs diyar kir û anî ziman ku li Kurdistanê de derfetên baş bo kompaniyên biyanî bo kar kirin di tevahiya sekteran de heye.

Li hember de jî balyozê komara Billa Rûs jî behsa karînên welatên xwe yên di warê pîşesazî û abûrî de kir û kêfxweşiya xwe ya li hember bihêztir kirina têkiliyên welatê xwe li gel Kurdistanê anî ziman û got: Em dixwazin di tevahiya waran de bi taybetî bazirganî, perwerde, xwendina bilind, tendirostî, çandiniyê de têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bikin.