Artêşa Tirkiyeyê gundekê Sîdekan bordiman kir

elektirîka 7 gundan hatiye piçrandin

Duhê êwarê careke din balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser gundên nêzî sînor yên Kurdistanê kirin.

Li gor jêderên ji herêmê duhê êwarê balefirên şer  yên Tirkiyeyê bi tundî gundê Kolîtan ya ser bi Sîdekanê bordiman kirine.

Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Sîdekan ji Peyamnêrê Kurdistantvê re ragihand ku duhê êwarê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi tundî gundê Kolîtan ya li Sîdekanê bordiman kirine û jiber bordimanê rêya geliya Lîtan yaku çend gundên deverê bi hevre girê dide hatiye têkbirin.

Herwiha di encama bordimana han de şebekeya elektirîka 7 gundên deverê jî hatiye piçrandin û ev bordimana han jî bûye sedem daku şêniyên deverê dilgiran bin û daxwaz ji aliyên têkildar dikin daku pêşî ji wan êrîşan bigirin.