Girjiya li herêma Îdlibê gurtir dibe

du gundên din ji destê cîhadiyan hatine derxistin

Saziyên medya yên nêzî hikûmeta Sûriyê belav kirin ku hêzên rejîmê gundên Havaş û Cebriye yên Îdlibê bi dest xistine.

Li gor nûçeyeke voayê di êrîşan de heta niha bi dehan kes hatin kûştin û jiber aloziyê pirtirê 150,000 kes koç kirin.

Piraniya Îdlibê di bin kontrola Hayat Tahrîr El Şam ya girêdayî El-Qaydê ye.

Serhildayên Sûrî jî dîyar dikin ku wan bi tundî bersîv daye êrîşên rejîme.

Almaya, Brîtanya û Fransa bang li alîyê cengê dikin ku pêla dawî ya tundûtûjîyê rawestînin.