Li Hewlêrê 12 cêyên tendorostî hatin daxistin

dermanên sexte û qaçax firotine

Qaîmiqamiya Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku 12 navend û cêyên tendirostî jiber pêbend nebûn bi şîretên fermî hatine daxistin.

Di daxuyaniya qaîmiqamîtiya Hewlêrê de behsa vê yekê hate kirin ku piştî pişkinîn û wenêrînên taybetî ji aliyê hêzên wan ve, 9 cêyên nûjdaran, 2 dermansazî û dermanfiroşiyek jiber pêbend nebûn bi şîretên fermî hatine daxistin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava wan cêyên de ku hatine daxistin, dermanên qedexe û sextet hatine firotin.