Serok Barzanî û şandeke NY civiyan

behsa rewşa Kurdistan û Îraqê kirin

Serok Barzanî pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê NY kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî ya bi Serokatiya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê NY Jeanine Hennis Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Di berdewamiya civînê de behsa prosesa siyasî ya li Kurdistanê hate kirin û  Jeanine Hennis Plasschaert pênngavên ji bo bi leztirkirina proseya siyasî û hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke pêngaveke dilxweşker ji bo hemû aliyek da zanîn.

Rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rola Neteweyên Yekgirtî li yarmetîdana her dû aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeya di navbera wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.