Amerîka 100 hezar leşkerên din dişîne Îraqê

Amerîka amadekarî bo êrîş kirine ser Îran dike

Peyvdarên Eşîrên Ereb yên li deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê Muzahêm Ehmed Hewêt diyar kiriye ku şandeke Amerîkî li gel Serok Eşîrên Ereb yên deverê civiyaye.

Ehmed Hewêt eşkere kiriye ku di civînê de behsa wan çek û cebelxaneyan hatiye kirin ku aji aliyê Îranê ve bo Heşda şebî hatine şandin daku êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Îraqê bikin, hatiye kirin.

Herwiha şanda Amerîkî ji wan Serok Eşîrên Ereb re gotiye ku niha 50 hezar leşkerên Amerîkî li Îraqê ne û vê di çend rojên bêde Amerîka 100 hezar leşkerên din bişîne Îraqê.

Şanda Amerîkî di civînê de diyar kiriye ku Amerîka li ser êrîş kirine ser Îranê bi îsrare lewre amadekariyên pêwîst dike û leşkerên xwe bo vê mebestê li Îraqê kom dike.