Almanya: Tirkiye rêkeftinê cîhbicîh nake

dibêje tirkiye rêkeftina pêşî girtin ji eşkenceyê cîhbicîh nake

Wezareta derve ya Almanyayê diyar kiriye ku li girtîgehên Tirkiyeyê de eşkence heye.

Peyvdarê wezareta derve ya Almanyayê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku li girtîgehên Tirkiyeyê de eşkence heye.

Di daxuyaniya Peyvdarê wezareta derve ya Almanyayê de hatiye eşkere kirin ku Tirkiye heta niha bi ti awayî rêkeftina pêşî girtin ji eşkenceyê cîhbicîh nekiriye û lazime Tirkiye ev rêkeftina ku îmze kirine cîhbicîh bike

Ji aliyeke din ve jî Tirkiye bertek nîşanê vê daxuyaniya han de û ragihand ku li ti girtîgeheke Tirkiyeyê de eşkence kirin tuneye.