Jiber erdhejê îro Silêmanî hejiya

navenda erdhejê 71km dûrî Silêmaniye

Li gor peyamnêrê Kurdistantvê yê li Silêmanî, îro danê sibê erdhejek bi tundiya 5.1 li ser pîwana rîşter bajarê Silêmanî hejandiye û şêniyên Helebce û Derbendîxan jî hest bi erdhejê kirine.

Peyamnêrê Kurdistantvê diyar kir ku aliyên têkildar diyar kirine ku erdhej 71km dûrî bajarê Silêmanî û di kûrahiya 10 km bi erdê de pêk hatiye.