Lîstikvanên jin ên Efrînê lîga Fotbolê lidar xistin

lîga xwe jî lidar xistine
کوردستان TV
100%

Yekîtiya werzîşê ya Efrînê, lîga fotbolê jibo jinên ciwan yên Efrînê ku li herêma Şehba penaber bûne, li dar xist.

Di lîgayê de ku cara yekê ye pêk tê, 90 lîstekvanên jin ku di 9 tîman de ne beşdar bûn, û di encama matçan de her du tîmên Avîrn û Agirî gihiştin lîska dawîyê.

Seroka yekîtiya werzîşê Evîn Bîlal dor vê lîga fotbolê ya jinan axivî: Koşeberiya ji Efrînê bandoreke neyînîn li ser jinê hişt, loma me xwest lîgaye fotbolê pêk bînin, em li dibistanên amadeyî geriyan û di nava civakê de ragihand jibo jinên dixwazin tevlê bibin”.

Bîlal dîyar kir ku civak û malbatan bi erênî pêngava wan pêşwazî kirin, her wiha bal kişande ser astengîyên wan di rêxistinkirina lîgayê de dîtine, ku piranîya pirsgirêkan ji alîyê madî ve bûn.

“Derfetên me yên madî teng bûn jibo peyda kirina cil û bergên spore, lê dîsa me karîbû destpê bikin û lîga xwe bi ser bixin”, Bîlal got.

Lîstekvanên jin yên ku tevlî matçên lîgayê bûne ji vê gavê dilşad in, ku bûye derfetek jibo wan da ku spora jê hez dikin bilîzin.

Hin lîstekvanan hestên xwe wiha parve kirin.

Ronahî Qenber got:  Ez pir ji fotbolê hez dikim, me tîma xwe amade kir û tevlî matçan bûn, me encamên baş bi dest xistin”.

Zeyneb Şêxo jî dibêje, “Gava gotin dê lîga li dar bixin, ez kêfxweş û bi coş bûm, ku ne tenê law dikanin fotbolê bilîzin lê belê keç jî”.

Derbara projeyên siberojê de seroka yekîtiya werzîşê da zanîn ku têkiliya baş ya gel bi maçên fotbolê re hiştiye ew bi rêxistinkirina lîgayên volîbol û baskêtbolê jî re mijûl bibin.

Bîlal dibêje, “Hejmareke baş ji hemû temenan matçan diçopînin, civaka me rola jinê dipejrîne û piştgirîya wê dike, loma em çalakiyên werzîşî yên din pêk bînin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beşdarî û tevlêbûna jinan li Efrînê di hemû warên jiyanê de naskirî ye, ku jina Efrînî bi çalakbûyîna xwe navdar e, loma ev lîgaya fotbolê weke nîşaneya vê yekê tê şîrove kirin.

Voa

 

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.