Hikûmeta Kurdistanê hawirde kirina çemento qedexe kir
29/4/2019 - 10:07
Hikûmeta Kurdistanê biryar daye ku ji niha pêde rê nede çemento ji derveya Kurdistanê hawirdeya Kurdistanê were kirin.
Li gor biryara hikûmetê jî wezareta darayî û abûrî ya hikûmetê tevahiya deriyên sînorî yên Kurdistanê hayedar kiriye û ji wan re gotiye nabe bi ti awayî ji derveya Kurdistanê çemento hawirdeya Kurdistanê were kirin.
Ev biryara hikûmetê vê di 1ê meha Gulanê de bikeve meriyetê.