Trump di meha Hezîranê de serdana Brîtanyayê dike

di sê hezîranê de serdana Brîtanyayê dike

Li gor daxuyaniyeke Koşka Spî vê Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha Hezîranê de serdana Brîtanyayê bike û li gel rayedarên vê welatî bicive.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku Trump vê di roja sê heta pêncê Hezîranê de li Brîtanyayê be û pişt re jî serdana Franseyê dike û li gel rayedarên Franseyê dicive.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye diyarkirin ku vê hevjîna Trump Melania Trump jî di serdanê de li gel Trump de be.