Du teqînên din li Sri Lankayê çê bûn

piştî teqînên sibê, du teqînên din çê bûn

Piştî 6 teqînên îro danê sibê yên li paytexta Sri Lankayê, dîsa danê nîvro li Kolombo du teqînên din çê bûn.

Li gor jêderên mediyayî di encama wan teqînan de heta niha nêzî 200 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 500 kesên din jî birîndar bûne.

Hikûmeta Sri Lankayê jiber ev 8 teqînên ku îro çê bûne rewşa awaret li welat ragihand.

Teqîn di dema ahengên cejna Qiyameyê de di nava hotêl û kilîseyan de çê bûne.