Kasibkarekî Seqizî ji aliyê hêzên Îranê ve hatie kuştin

li ser rêya Bêcar û Zencanê de êrîşî ser vî kirine

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê çekdarên ser bi rejîma Îranê beriya du rojan li ser cadeya navbera Bêcar û Zencanê de gole li ser kasibkarekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê reşandine.

Di encama êrîşa han de kasibkarê Kurd yê bi navê Efşîn Lotfî birîndar bûye û piştî veguhastine nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.