Ivanka Pêşniyara bavê xwe red kiriye

gotiye ez ji pîwerdariya xwe hez dikim

Keça Serokê Amerîkayê Ivanka Trump ku niha li Koşka Spî weke Şêwirmend hatiye pîwerdarkirin, di dema serdana xwe ya bo Efrîqayê de diyar kiriye ku pêşniyara bavê xwe bo posteke girîng red kiriye.

Îvanka Trump di hevpeyvîna xwe ya li gel Associated Press diyar kiriye ku bavê vê Donald Trump jê re gotiye tu dixwazî ez te bikim Seroka banka cîhanî?

Îvanka diyar kiriye ku ev ji bavê xwe re gotiye ku ji pîwerdariya xwe ya li Koşka Spî raziye û naxwaze bibe Seroka banka cîhanî.