Di demeke nêz de vê kabîneya nû were damezrandin

dibêje kabîneya nû di demeke nêz de tê avakirin

Duhê êwarê berpirsê têkiliyên partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Siweykî li gel balyozê Bolgariyayê yê li Bexdayê Plamin Heristov civiya.

Di civînê de behsa çend mijarên girîng hate kirin û Huşiyar Siweylî jiber hevkariyên ku ji aliyê Bolgariyayê ve di şerê dijî DIŞIê de pêşkêşî pêşmerge hatine kirin, spasiya Bolgariyayê kir.

Derbarê guhertinên heyî yên li deverê de Siweylî diyar kir ku gelê Kurdistanê pê xweşe ku nakokî û kêşeyên heyî bi diyalog û danûstan werin çareserkirin.

Nav hatî eşkere kir ku hikûmeta niha ya Îraqê jî xudan helwesteke cudaye bo çareser kirina kêşeyên heyî û serdana Serok Barzanî bo Bexdayê jî bûye sedem ku helwesta hikûmeta Bexdayê jî were guhertin.

Derbarê ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de Siweylî eşkere kir ku danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê berdewamin û di demeke nêz de kabîneya nû tê damezrandin.