Papa serdana Îraqê dike

dibêje bo piştgîrî kirina bihevre jiyana olî serdana Îraqê dike

Biryare di demeke nêz de Papayê Vatîkanê serdana Îraqê bike.

Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Îraqê, di çarçoveya civîna navbera balyozê Îraqê yê li Vatîkanê a li gel wezîrê derve yê Vatîkanê de, wezîrê derve yê Vatîkanê ji balyozê Îraqê re gotiye ku vê di demeke nêz de Papa serdana Îraqê bike.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku Papa dixwaze di demeke nêz de bi mebesta piştgîrî kirin ji bihevre jiyana olî ya hezaran salan yaku li Îraqê de heye serdana Îraqê bike.