DIŞI êrîşî ser polîsên Îraqê kir

5 efserên din jî birîndar bûne

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li gundê Sedûniye ya ser bi devera Hewîceyê êrîşî ser hêzên polîs yên Îraqê kirine.

Peyamnêrê me diyar kir ku di encama êrîşa han de Efserekî polîsê Îraqê hatiye kuştin û 5 Efserên din jî birîndar bûne.

Hêjayê gotinê ye ku ev demeke li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê gelek zêde bûne.