Serok Barzanî cejna Çarşema Sor pîroz dike

hêviya berxeteweriyê bo wan dixwaze

Hêvî dike bextewerî û kameraniyê bo Êzidiyan dixwaze.

Bi minasebeta hatina cejna çarşema serê Nîsanê (çarşema sor) Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna serê sala ola Êzîdî, Çarşema Sor, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên Êzîdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê bo we dixwazim.

Di salên derbasbûyî de xuşk û birayên Êzîdî bi sedema zilm û tawênên terorîstan û nehezan êş û janeke zêde kişandin ku li dîrokê de wêneyê wê nebûye. Li vir da ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek ve piştgîriya daxwaziyên xuşk û birayên Êzîdî dikim û pêwîste jî hemû aliyek hevkar bê ji bo wê yekê ku bikarin ew bi xwe biryara çarenûs û paşaroja xwe bidin û birînên xwe bikevînin û dawî li koçberî û êşên wan bê.

Her bi vê minasebetê xuşk û birayên Êzîdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyane û divê ew çanda dewlemend û birayetî û tebayî bê berfirehtir kirin.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên xwe bi şadî û bexteweriyê de pîroz bikin û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî