Tirkiye: Emê pêdiviyên xwe li cîheke din dabîn bikin

Tirkiye dibêje emê neçarin ku pêdiviyên xwe dabîn bikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû di bernameyeke kanala NTVya Tirkî de behsa aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê yên li dor pergala berevaniya mûşekî ya S400 kir û anî ziman ku eger Amerîka jiber kirîna pergala mûşekiya S400 balefirên F35 radestî Tirkiyeyê neke, vê demê Tirkiye bijardeyên din bikar tîne.

Çawişoglû tekez li ser vê yekê kir ku eger Amerîka F35 an radestî Tirkiyeyê neke vê demê Tirkiye neçar dibe pêdiviyên xwe yên bi balefirên şer ji cîheke din dabûn bike.

Weke tê zanîn ev demeke Amerîka zextan li Tirkiyeyê dike daku dev ji kirîna pergala mûşekiya S400 berde lêbelê Tirkiye ev yeke qebûl nake jiber vê yekê aloziyên kûr di navbera Tirkiye û Amerîkayê de derketine.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.