Iraq di mehekê de 99 miliyon bermîl petrol firotiye

her bermîlek bi 60 dolaran firotiye

Peyvdarê wezareta pertrolê ya Îraqê diyar kiriye ku di meha Sibata 2019an de hikmeta Îraqê bi giştî 99 miliyon û 120 hezar û 6 bermîl petrol firotiye.

Li gor daxuyaniya Peyvdarê wezareta petrolê, petrola han bi rêya bendera Besre û bendera Cîhanê hatiye firotin û buhayê her bermîlek petrolê 60 dolar û 94 sent bûye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku bi giştî 33 kompaniyên curbicur karê veguhastina petrolê cîhbicîh kirine.