Serok Barzanî: Hêvî dikim Newroza îsal bibe destpêka asûdeyî bo xelkê Kurdistanê

dibêje lazime rêz ji îradeya gelê re were girtin

Serok Barzanî bi minasebeta hatina cejna Newroz û sersala nû ya netewî, peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê bexişinde û mihriban

Bi minasebeta cejna netewî ya Newrozê û hatina Buhar û nû vejîna xwezayê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî welatiyên hêja yên Kurdistanê, malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya têkoşerê û nîştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Newroz hertim bo gelê Kurdistanê mizgîniya destpêkeke nû, hêviyên nû û serkeftin bi ser stemkaran û astengiyan bûye, xelkê Kurdistanê di salên derbasbûyî de di şerê dijî terorîstan,li hember zilma nehez,  neyaran, kêşe û rewşa aloz berxwedêr bûye û ew berxwedana han cîhê rêzgirtinê ye, lazime bi vê minasebeta han ya netewî daxwaz ji tevahiya aliyan bikim weke wefayek bo xwîna şehîdan û qehremaniya hêzên pêşmerge û berxwedana gelê Kurdistanê, pêşkeftin û aramiya Kurdistanê bikin yekem erkê xwe yê serekî. Niha bo gelê Kurdistanê qonaxeke nû destpê kiriye û pêdiviyên vê qonaxa han wisa dixwazên ku ber bi avedan kirina Kurdistaneke bihêz û geşekirî gav bavêjin ku di rastî de her ew yek jî xwesteka rastîn ya welatiyên Kurdistanê ye û lazime rêz ji îradeya han were girtin. Jiber ku azadî û destkeftên ku niha li berdestê me dene berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê Kurdistanê ne.

Ber bi vê minasebeta han tekezî li ser parastina çanda bihevre jiyanê û biratî di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikin û hêviya bihêztir kirin û kûrtir kirina ev çanda han ya pirbuha a gelê Kurdistanê dixwazim.

Hevdem li gel rêzdariya min bo emek û şew nerazana hêzên polîs, ewlekarî a bo xizmet kirina xelkê û dabîn kirina ewlekarî di cejn û minasebetan de, daxwaz ji tevahiya welatiyên hêja dikim parastina jîngeh û ciwaniya welatê me bikin erkê serekî yê xwe.

Hêvî dikim Newroza îsal bibe destpêkek bo asûdeyî bo tevahiya xelkê Kurdistanê û omîd dikim ew Newroz û tevahiya cejnan bi kameranî û bextewerî werin derbaskirin.

Newroza we pîroz  û bixêr û xweşî be

Mesûd Barzanî

20 Adarê 2019