Mesrûr Barzanî: Lazime di piratîka me de dilsozî bo nîştimanê hebe

hêvî dike tevahiya aliyan berejwendiyên xwe yên taybetî bixin aliyekê

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna netewî ya Newrozê û sersala nû ya Kurdî peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku ew jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta  hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û têjî ji xweşî derbas bikin.

Yadên nîştimanî û netewî ji wan jî Newroz fakterekî bibandor ya prosesa binyatnana nîştiman û netewen jiber vê çendê hêvî dikim bibîr anîna ev boneyên nîştimanî ev çarçoveyên kilêşeyî yaku tenê xwendina peyam û pîrozbahiyane derbas bikin, bîranîna bêyî naverok, girîngiya boneyên nîştimanî bêreng dike û di encam de ev boneyên dîrokî girîngiya xwe ji dest didin.

Lazime hîmayên nîştimanî fakterên bihêztir kirina hestên nîştimanperwerî bin û henderên me bin daku rexmê tevahiya cudatiyan bo xizmet kirina nîştimanê yek bigirin û bi yek rêzî û kom kirina karînên xwe bir bi pêşerojeke geş, pêşkeftin û geşe kirina zêdetir ve gav bavêjin.

Dilsozî bo nîştiman lazime di piratîkê me de rengê xwe nîşan bide, jiber vê çendê di dema ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de hêvî dikim tevahiya aliyan kêşe û berejwendiyên xwe yên taybetî bixin aliyekê taku bihev re destkeftên xwe zêdetir bikin, şaştiyên xwe rast bikin û xizmeteke hêjatir pêşkêşî gel û nîştimana xwe bikin.

Mesrûr Barzanî

20.3.2019