Konferansa Ewlekariya cîhanî ya Munichê destpê kir

civîn îro destpê kir û vê çend rojan bidome

Şandeke Kurdistanê jî bi Serokatiya Mesrûr Barzanî di konferansê de beşdare.

Îro konferansa ewlekarî ya netewî ya Munichê destpê kir û hijmareke zêde Serokwezîr, wezîr û berpirsên welatên cîhanî têde beşdarin.

Beşdarên konferansê dê derbarê gefên nû yên cîhanê, cengên bazirganiyê û siberoja sîstema lîberal ya navneteweyî biaxifin.

Di konferansê de herwiha ser Brexit, şerê navxweyî yê Sûriyê û kêşeyên din ên cîhanê civîn li dar kevin.