DIŞI 3 welatiyên din golebaran kir

duhê ev her sê welatî rifandibûn

Di vê derbarê de jêderên ewlekarî li parêzgeha Selahedînê diyar kirin ku duhê li devera çiyayê Mekhul, terorîstên DIŞIê sê welatiyên sivîl rifandibûn ku du ji wan birayên hev bûne.

Li gor gotinên jêderên ewlekarî, terorîstên DIŞIê ev her sê welatiyên han yên ku duhê bi mebesta kom kirina kîvarkan serdana vê çiyayê kiribûn, girtine û îro li heman deverê ev her sê welatî, golebaran kirine û kuştine.

Hate zanîn ku termên wan her sê welatiyan ji aliyê xelkê ve hatine dîtin û pişt re jî hêzên ewlekarî hatine agehdarkirin.