Hevalekî din yê Barzaniyê Nemir wefat kir

îro li Hewlêrê wefat kir

Îro li bajarê Hewlêrê hevalekî din yê Barzaniyê Nemir bi navê Hesen Ebdulah Şêx Sêdeyî wefat kir.

Şêx Sêdeyî ku kesayetiyeke bernas bûye li devera Barzanê, hevdem pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û gulanê bûye û îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê jiber nexweşiyê wefat kir.