Rêjeya hatina geştiyaran ji sedî 152 zêde bûye

piraniya wan xelkê başûrê Îraqê ne

Li gor daxuyaniyeke komîteya geşt û torîzimê ya Kurdistanê, rêjeya hatina geştiyarên biyanî bo Kurdistanê, li gor salên derbasbûyî zêde bûye.

Komîteya han diyar kiriye ku di nava yek hefteyê de 136 hezar torîst ku piraniya wan yên başûrê Îraqê ne serdana Kurdistanê kirine.

Komîteya torîzimê ya Kurdistanê eşkere kiriye ku li gor heman dema sala derbasbûyî rêjeya hatina torîstan bo Kurdistanê ji sedî 152 zêde bûye.

Ji aliyeke din ve jî komîteya xudan hotêl û cêyên torîstîkî yên Kurdistanê diyar kir ku rêjeya têjî bûna hotêl û cêyên torîstîkî yên Kurdistanê di asta herî bilind deye.