Hunermenda Kurd hat azad kirin

duhê hatibû binçavkirin

Hunermenda Kurd Yilda Ebasî yaku xelkê Xorasanê ye û dohê li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin, îro hat azadkirin.

Yilda Ebasî ku bi mebesta beşdarî kirin di çend aheng û çalakiyan de serdana Tirkiyeyê kiriye, bi hinceta ku li ser pêgehên xwe yên di pêgehên civakî de ji komkujiyên Efrînê re gotiye; rawestînin; hatiye binçavkirin.

Dozgerî îfadeya vê wergirtiye lê hîn jî doza vê bi temamî nehatiye daxistin.