Hunermendê navdar yê Kurd rastî qezayeke tirafîkê hat

Gabarî bo xwe selamete

Şeva derbasbûyî Hunermendê navdar yê Kurd Seîd Gabarî li ser rêya navbera Çeme û Hewlêrê rastî bûyereke tirafîkê hat.

Li gor jêderan, Seîd Gabarî selamete lêbelê ajovanê vî bi sivikî birîndar bûne.

Gabarî li nêzî kempa penaberan ya Dareşekranê rastî bûyerê hatiye.