PDK postê cîgirê Serokwezîr werdigire

ji bilî Cîgirê Serokwezîr herî kêm 3 postên din verdigire

Li gor jêderên taybetî di çarçoveya hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de, Adil Ebdulmehdî hêdî hêdî dest bi ragihandina kabîneya nû kiriye.

Tê payîn ku sibê Adil Ebdulmehdî sibê anjî di nava çend rojên pêş de kabîneya nû rabigehîne.

Jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku di nava kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de, partiya demokrata Kurdistanê postê Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û herwiha postê wezareteke serekî ( derve, abûrî) û wezareteke xizmetgozarî jî verdigire.