Zarokekî Kurd li Efrînê hate revandin

temenê vî 10 sale
کوردستان TV
100%

 Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê Zarokekî Kurd li ser rêya dibistanê, ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  di derbarê bûyerê de kesekî ji malbata zarokî ragihand ku duh wextê ku zarok ji dibistanê vedigerê mala xwe, ji aliyê komeke çekdar yên hevalbendên Tirkiyê ve hatiye revandin. Heta niha tu kes nizane ku zarok li kû derê ye.

Hat ragihandin ku navê zarokî Ehmed Mistefa ye û 9 salî ye û navê bavê wî jî Tahir e.

Li gorî agahiyan berî niha jî bavê zarokî ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin û mal û milkê wî jî hatibû talankirin. 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.