Erdogan: Kêşeya herî mezin ya sûriyeyê Rojhilatê Firatê ye

erdogan Idlibê nabîne behsa Rojavayê dike

Di demekê de ku cîhan hewl dide, cîhadiyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrî kirin, li Sûriyeyê bidawî bîne û rewşa Sûriyeyê hêdî hêdî aram bibe, îro Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di dema çûyîna xwe ya bo Amerîkayê daxuyaniyek da dezgehên çapemeniyê.

Erdogan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku niha kêşeya herî mezin ya Sûriyeyê Rojhilatê çemê Firatê ye.

Erdogan herwiha diyar kir ku hin hevpeymanên me jî li Rojhilatê çemê Firatê hene û piştgîrî didin ew aliyên ku ev dever kontrol kirine.