Serok Barzanî: Em hatine ji we hînê berxwedanê bibin

li Silêmanî gotarek pêşkêşî xelkê kir

Di çarçoveya kempîna propagendeyê ya partiya demokrata Kurdistanê bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 30 Îlonê de, îro PDK li Silêmanî ahengeke girseyî organîzekir.

Aheng bi deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji şehîdan destpê kir û pişt re jî berbijêrên PDKê hatin nasîn û pişt re jî Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de ji xelkê Silêmanî û derdorê re got ku em spasiya dilsozî, berxwedan û wefadariya we dikin, em hatin daku ji we hînê ber

Xwedanê bibin.

Serok Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku hilbijartinên 30 Îlonê hilbijartinên gelek girîng û çarenivîssazin û em soza vê yekê didin we ku tişta ji destê me were emê bo we cîhbicîh bikin.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku piştî Îlona sala 2017an gelek gek xwe amade kiribûn daku dawî hatina PDKê bibînin lêbelê di hilbijartinan de we wisa kir ku PDK hem li ser astê Kurdistanê û hem jî li ser astê Îraqê bibe yekem û vê carê jî eger hun wisa bikin ku PDK bibe yekem û serkeftî be vê demê emê reformên gelek girîng bikin û hilbijartinên 30 Îlonê jî bo vê yekê derfeteke gelek girînge.

Serok Barzanî anî ziman ku em bi ti awayî qebûl nakin ku li Silêmanî û derdorê êrîşî ti aliyekê were kirin anjî zext li çavdêrekî were kirin.