PDK: Postê Serokkomariyê ne tapoyê aliyekê ye

dibêje emê berbijêrê xwe diyar bikin

Îro mekteb siyasiya PDKê daxuyaniyek weşand û têde bersifa daxuyaniyên mekteb siyasiya ynkê dabû ku têde behsa vê yekê kiribû ku postê Serokkomariya Îraqê parê ynkê ye.

Di daxuyaniya han de pdk diyar kir ku li gor rêkeftinek ku di navbera Serok Barzanî û Mam Celal de hatibû kirin, pdkê postê Serokkomariya Îraqê ku parê xwe bû , dabû ynkê, lê niha ev rêkekftin nemaye û pdk jî li ser wergirtina postê Serokkomariya Îraqê biîsrare û bo vê postê jî vê berbijêrê xwe hebe.

PDK herwiha eşkere kiriye ku postê Serokkomariya Îraqê li ser aliyekê nehatiye tapokirin, raste ev postê han parê Kurde li di nava aliyên Kurdî de jî ev post parê pdk ye ku weke partiya Kurdistaniye ku dengên herî zêde yên xelkê Kurdistanê bidest aniye.