Ebadî: Hinek hêz dixwazin dîsa xwe kandîd bikim

dibêje hin alî û hêz zextê li min dinkin daku xwe kandîd bikim
عه‌بادی: خۆزگه‌ خۆم كاندید نه‌كردبایه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ku dema Serokwezîrtiya vî hêdî hêdî bi dawî dibe, ragihand ku biryar daye careke din xwe bo postê Serokwezîriyê kandîd neke.

Ebadî di presskonferansekê de diyar kir ku biryar dabû careke din xwe bo postê Serokwezîriyê kandîd neke lêbelê hinek hêz û alî zext li min kirine daku dîsa xwe kandîd bikim.

Ebadî diyar kir ku ev zextên han jî jiber vê yekê ne ku di warê ewlekarî û leşkerî de di serdema min de hinek destkeft hatine bidestxistin û ew hêz û aliyên han dixwazin ku em li ser vê rêbazê berdewam bin.

Ebadî tekez li ser vê yekê kir ku keşke min careke din xwe kandîd nekiriba jiber ku gelek alozî û nakokî li ser postê Serokwezîriyê hene.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.