Li Silêmanî 4 tawanbar hatin girtin

êrîşî ser hêzên navxwe kiribûn

Polîsê Silêmanî belav kir ku piştî lêkolîn û pêdeçûnên hêzên polîs karîne di operasiyonekê de 4 tawanbarên ku gole li ser hêzên ser bi wezareta navxwe reşandibûn binçav bikin.

Li gor daxuyaniya polîs, ev çar kesên han di roja 9ê meha Tebaxê de li bajarê Silêmanî gole li ser hêzên navxwe reşandine û pişt re jî dadgeh biryara girtina wan daye û piştî biryara dadgehê jî polîs bo binçav kirina wan operasiyone lidar xistiye û îro her çar tawanbar hatine binçavkirin û li xwe mokir hatine ku gole li ser hêzên navxwe reşandine.