Dema propagendeya hilbijartinan hat diyar kirin

ji 5ê Îlonê destpê dike heta 28ê Îlonê didome

Îro li Hewlêrê komîsyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde behsa destpê kirina dema propagendeya part û aliyên siyasî bo hilbijartinên 30 Îlonê kir.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku part û aliyên siyasî û herwiha berbijêrên serbixwe yên ku navên xwe nivîsandine dikarin roja 5ê meha Îlonê dest bi propagendeyên xwe bikin.

Komîsyon eşkere kiriye ku di seat 8ê sibê ya roja 28ê Îlonê de dawî bi dema qanûnî ya propagendeyê tê û ewin ku vê biryarê binpê bikin vê werin cezakirin.