6 Nêçîrvan hatin binçav kirin

jiber TNT bikar anîne hatine girtin

Birêvebetatiya polîsê devera Pênciwênê diyar kir ku hêzên wan karîne 6 Nêçîrvanên masiyan yên ku bo nêçîr kirina masiyan tnt bikar anîne binçav bikin.

Birêveberatiya polîs diyar kiriye ku ev 6 nêçîrvanên han di lêkolînên li berdem polîs de li xwe mokir hatine û diyar kirine ku TNT bikar anîne, lewre dosyeyek bo wan hatiye amadekirin û bo darizandinê ji dadgehê re hatine şandin,.

Polîs herwiha diyar kiriye ku bikar anîna TNT, elektirîk û her cure jehrek bo nêçîr kirina masiyan qedexeye û kesên ev biryar binpê bikin vê werin cezakirin,