12 kolberên Kurd hatin girtin

zextên rejîma îranê li dijî kolberan zêdetir dibin

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, şeva derbasbûyî hêzên spaha pasdaran û îtlaata Îranê li Serdeştê operasiyonek li dijî Kolberên Kurd lidar xistine.

Li gor wan jêderan di encama operasiyona han de 12 Kolberên Kurd ku bo dabîn kirina çavkaniyên jiyana xwe hatûçûya deverên sînorî li Serdeştê kirine, ji aliyê spaha pasdaran û îtlaata Îranê vehatine girtin.

Jêderên han diyar kirine ku heta niha ev kolberên han nehatine azadkirin û li girtîgehê de lêpirsîn ji wan tê kirin.