Japon: Jinên ezeb li dewletê dibin bar

daxwaz ji dewletê tê kirin wan bizewcîne
کوردستان TV
100%

Parlementerekî japonî di axaftina xwe ya li parlementoyê de destnîşan kir ku “li Japonyayê jinên ku nazewicin li dewletê dibin barekî mezin, bila bizewicin.”

Li Japonyayê ji partiya Demokratên Lîberal parlementerê bi navê Kanji Katov di axaftina xwe ya li parlementoyê de dend li jinên Japonyayê kir da ku bizewicin.

Katov di axaftina xwe de destnîşan kir ku "yê min 6 zarokên min û 8 nebiyên min hene, kesên japon ku naxwazin bizewicin bila bizanibin ku wê bi zarok bimînin û di pêşerojê de wê di jiyana wan li malê dewletê yên êxtiyaran derbas bibe.

Tê zanîn ku ku nifûsa Japonyayê yê zarokan her sal kêmtir dibe. Sala borî li Japonyayê 941 hezar hatine dinyayê û ev jimar ji sala 1899 vir de jimara herî kêm e.

Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.