Dibe Erebistana Siûdî û Tirkiye li Sûriyeyê rûbirûyî hev bibin

nakokî di navbera wan de li Sûriyeyê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

'Neteweperestiya erebî û Trump Rojhilata Navîn perçe dikin." navê gotareke EurAsia Dailyê ye ku behsa polarîzasyona mezhebî û neteweyî li Rojhilata Navîn dike ku dibe her kêlîkê biteqe."

Gotara ku ji aliyê RTye ve hatiye weşandin, bi sernavê "rûbirûbûnek di navbera Erebistana Siûdî Tirkiyeyê de li Sûriyeyê".

Di gotarê de hat gotin ku "polarîzasyona navxweyî li Rojhilata Navîn gihiştiye asteke xeter. Xetên xudakirinê û xalên rûbirûbûnê di navbera navendên hêzên sunî(Erebistana Siûdî) û yên şîî(Îran) û yên di nava cîhana erebî bi xwe de zêde dibin û herwiha ihtimala rûbirûbûna Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê jî zêde dibe."

Yek ji çêkerên vê polarîzasyonê diyar û eşkere ye; ew jî 'çaraliya erebî', Erebistana Siûdî, Misir, Behreyn û Îmarata Erebî pêşengên vê projeya nû ya berfireh in ku ji neteweperestiya erebî pêk tê û li ser bingehê 'îslama nerme' tê avakirin.

Urdun, Kuweyt bi giştî piştgiriyê didin baweriya neteweperestiya erebî lê xwe bi xurtî ji rûbirûbûna bi Tehranê dûr dixin. Lê Libnan û Iraqê dijî wan destpêşxeriyên dijî Îranê derdikevin ku ji aliyê Erebistana Siûdî li Komkara Erebî tên pêşniyarkirin.

Di dawiyê de, Amerîka û neyarê jeopolîtîk ê klasîk ê erebên herêmê, Îsraîl, amade ne, di bin alaya Neteweperweriya Erebî ya Pêşverû de tev li wê eniya li dijî Îranê bibin."

Hewlên Riyadê ku Enqereyê li dijî Îranê bîne aliyê xwe têk çûn. Piştî serdanên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî yên Adar û Berfanbdara sala 2015an, Tirkiye bi gavên sabit dûrî bandora Erebistana Siûdî dikeve.

Welatên kendavê wiha difikirin ku Îran çar paytextên erebî xistine bin destê xwe: Bexda, Beyrût, Şam û Senaa. Heman gaziinc ji Tirkiyeyê jî tên kirin..Enqere li cîhana erebî li çar xalan bi ser ket. Di van salên dawî de qeyranê alîkarî kir ku hêzên derveyî hinek valahiyan dagirin ku ew xal wiha ne: 1, bakurê rojavayê Sûriyeyê, navenda bandora Tirkiyeyê li Idlibê, (2)Bakurê Iraqê ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ve tê armanckirin, 3, Qeter e ku Tirkiyeyê yekem baregeha leşkerî ya biyanî li Rojhilata Navîn çêkiriye, 4 Xezeya Filistînê.

Di encama vê polarîzasyona li herêmê de, hemû beşdarên sereke di van rûbirûbûndan de hêza xwe ya leşkerî zêde dikin. Yê herî zêde ji vê sûdê digire, sektora pîşesaziyê ya Amerîkayê û Donald Trump in.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.