Newsweek: Divê Amerîka Kurdan biparêze

derheqê Kurdan daxwazek pêşkêşî Amerîkayê tê kirin
کوردستان TV
100%

Siyaseta derve ya Amerîka û Donald Trump ji alî gelek Amerîkîyan ve jî tê rexnekirin. Bi taybet helwest û gotinên Donald Trump di bêserûberîya siyaseta derve ya Amerîkayê de rolek sereke dilîze. Piştî ku Trump got emê leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişînin, rexneyên zêdetir lê hatin kirin. Piştî bombebarankirina baregehên Sûrîyê jî Trump ji rexneyên tûj xilas nebû.

Di vê derbarê de kobvara Newsweek, gotar û nirxandinek balkêş belav kir û siyaseta derve ya Trump û Amerîkayê rexne kir.

Di gotar û nirxandina ku ji alî Jonathan Wachtel û Albert Wachtel ve hatiye kirin de, tê destnîşankirin ku Rûsya, Îran û Tirkîye Rojhilata Navîn ji nû ve li gor xwe dineqişînin û di vê derbarê de siyaseta Amerîkayê têk çûye. Newsweek dibêje: “Bi ser ku Amerîkayê baregehên kîmyewî yên Sûrîyê bombebaran kir jî, Amerîka li Sûrîyê têk diçe, hevalbendên xwe jî têk dibe û li şûna Amerîkayê Rûsya, Îran û Tirkîye Rojhilata Navîn ji nû ve dineqişînin “.

Di gotara Jonathan Wachtel û Albert Wachtel de tê gotin ku “Gava Serok Trump plana vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê dikir, Rûsya, Îran û Tirkîye zîrwe li dar dixistin û li herêmê li dijî hevkarên Amerîkayê hêza xwe xurttir dikirin. Polîtîka derve ya Amerîkayê têkçûnek kesanedî ye. Divê Amerîka ji nû ve ji polîtîkayên herêmê re rêbertîyê bike û li herêmê hebûna xwe nîşan bide“ û tê gotin: “Kremlîn, Îran, Tirkîye û rêxistinên dijberên Esed li herêmê hevkarên Kurd û Ereb yên Amerîkayê tehdît dikin. Xeyala ku Amerîka li Rojhilata Navîn dibîne, ji alî Moskova, Tehran û Enqerê ve bûye kabûsek.  Îran û Tirkîye ji bo ku Kurdan biperçiqînin, li dijî S. Erebistan û Îsraîlê piştgirîya Qeterê dikin. Ev plan û proje bi alîkarîya Stratejîya Ewlekarîya Netewî karin bên sererastkirin “.

Di dawîya gotar û nirxandina Jonathan Wachtel û Albert Wachtel de tê gotin: “Di çarçoveya vê stratejîyê de ligel hevkarên xwe yên Ereb û Îsraîlî, divê Amerîka hevkarên xwe yên Kurd jî biparêze, ji ber ku Kurd ji bo mêzîna herêmê hêmanek pir girîng in. Divê Amerîka nehêle ku Rûsya, Îran û Tirkîye Rojhilata Navîn li gor xwe bineqişînin û rê li ber wan bigire. Pêwistîya dinyayê bi serokatîya Amerîkayek ku ji bo aştî û dadwerîyê bixebite, heye “.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.