The Economist: Çapameniya tirk di operasyona Efrînê de rastiyan nabêje

The Economist: Çapemeniya Tirkiyeyê derbarê şerê Efrînê de direwan dike
کوردستان TV
100%

Kovara The Economistê ragihand ku çapameniya tirk di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de objektîf tevnagere û tenê daxuyaniyên hikûmetê ya derbarê operasyonê de dikin nûçe.

Kovara The Economist a brîtanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ku di çapemeniyê de çawa cih girt nivisî. Kovarê di nivîsa xwe de diyar kir ku, "Li Tirkiye ti kes cesarete nake ku şerê li Efrînê rast binivîse."

Herwiha makele bibîr xist ku Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim di destpêka operasyona li dijî Efrînê de nûnerên saziyên sivîl li hev civandiye û fermandaye ku operasyonê çawa bikin nûçe. Di makaleye de wiha hat nivîsandin: "Li gorî ragihandina beşdarekî, di civînê de ji peyamnêran hat xwestin ku berjewendiyên netewa Tirkiyeyê li ber çevan bigirin. Hat xwestin ku bibêjin Artêşa Tirkiyeyê ji bo sivîlan bi hesasiyet tevdigere. Hat diyarkirin k udi nûçeyan de ligel DIŞIê bi hêzên kurdan re jî şer dikin were gotin. Lê endamên DIŞIê li Efrînê tine ye."

The Economist eşkere kir ku ji bilî çend saziyên çapameniyê, çapameniya tirk li gorî daxwazên hikûmetê tevdigere û wiha pê de diçe: "Çapameniya tirk daxuyaniyên saziyên fermî ji çavkaniyên din piştrast nakin û wek gotina wan didin. Artêşa tirk îdia dike ku ti zerarê nedeya sivîlan û heta niha jî bêtirî 2 hezar şervanên YPGê bêbandor kirine. Ti saziyekî çapameniyê yên tirk heta niha vê hejmarê venekolaye."

Herwiha kovarê destnîşan kir ku heta niha 112 welatiyên sivîl li Efrînê hatine kuştin, 7 sivîl jî di encama roketên ku hatine avêtin Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.